Riha dişewite: Termometreyan 55 pile nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke dijwar a germahiyê Bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe.
Li parêzgeha Rihayê termometreyan 55 pile nîşan da.
Ji ber germahiya zêde, jiyana rojane li navenda bajêr hema bêje rawestiyaye.
Welatiyên ku ji neçariyê derketin derve, ji bo ku xwe ji tavê biparêzin berê xwe didin cihên bi sî û parkan.
Yek ji cihên herî qerebalix ên bajêr, derdora Gola Masiyan e lê li wir jî welatî li stargeheke hênik digerin.
Zarok û ciwan jî ji bo hênikbûnê hewzên avjeniyê tije dikin.
Batuhan Gurlerê ku ji bo hênikbûnê çûye hewzê got:
“Ji ber ku li Rihayê germahî gelekî zêde ye, ez û birayê xwe em neçar man ku em dest bi kursa avjeniyê bikin.
Bi vî awayî ez hem xwe hênik dikim û hem jî fêrî avjeniyê dibim.
Ez bangî hemû zarokan dikim ku bi ti awayî nekevin bendavan.
Bila werin vir, ev der baştir e.”
Pêla germahiyê ne tenê li Rihayê ye, li navçeya Silopyayê ya Şirnexê germahî 50 pile, li Dîlokê 47, li Semsûr û Kilîsê jî 40 pile derbas kir.
Germahiya zêde herî zêde bandorê li karkeran dike.
Li Semsûrê, karkerên avahîsaziyê neçar in ku di bin germahiya zêdeyî 40 pileyî de karê xwe yê giran bikin.
“Destên me dişewitin”
Karkerê avahîsaziyê Ramazan Saygili qala zehmetiyên karê xwe kir û anî ziman:
“Li gorî salên din gelekî germtir e.
Îsal germahiyeke bêzarker heye.
Em nikarin destê xwe biavêjin hesinan, destên me dişewitin.”
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê tê payîn ku pêla germahiyê di rojên pêş de jî berdewam bike.
Pispor hişyariyê didin ku heta germahî kêm nebe, bi taybetî kesên kal û pîr û zarok danê nîvrojê dernekevin derve.