URMIYE - Şanoger Emîn Kerîmî 3 hefte ne desteserkirî ye
Hewlêr (Rûdaw) – Şanoger Emîn Kerîmî berî 3 hefteyan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Şanoger Emîn Kerîmî ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew dema xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” jî hatibû desteserkirin.
Emîn Kerîmî bi skeçên xwe yên bi navê “Tajdîn û Emîne” nav û dengê xwe belav kiribû.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku 23 roj di ser desteserkirina hunermendê Kurd Emîn Kerîmî re derbas bûne û hewlên malbata wî yên ji bo agahdarbûna ji rewşa wî bê encam mane.
Hengawê da zanîn ku navendên ewlehiyê ti agahiyan nadin malbatê.
Li gorî çavkaniyekî agahdar, Emîn Kerîmî li Girtîgeha Îdareya Îtlaatê ya Urmiyeyê di bin lêpirsînê de ye û hesabên wî yên medyaya civakî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên birêvebirin.
Hat diyarkirin ku Emîn Kerîmî heta niha ji mafê pêwendiya telefonî, hevdîtina bi malbata xwe re û her wiha mafê parêzeriyê bêpar tê hîştin.
Emîn Kerîmî 1ê Tîrmehê dema ku ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya li Deriyê Sînorî yê Sêroyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.
Heta niha li ser sedemên desteserkirinê, tohmetên ku li wî hatine kirin û cihê ragirtina wî ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Şanoger Emîn Kerîmî li ser kar û xebatên xwe destpêka salê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû.
Emîn Kerîmî beşa 4emîn a rêzefîlma Tajdîn û Emîneyê berhem tîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 10, 2025
Derhêner û lîstikvan Emîn Kerîmî:
🎙️ ❝Me li ser hemû rolan kar kir❞
🎙️ ❝Xelkê ji karakteran hez kir❞#TajdînûEmîne pic.twitter.com/cEPMiXJ0dy