BAZÎD - Konferansa Girîngiya Yekîtiya Kurdan tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Konferansa Girîngiya Yekîtiya Kurdan li dar dixe.

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma "Bi armanca yekîtiyê ber bi aştiyê ve" li navçeya Bazîdê ya Agiriyê "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan" saz dike. 

Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç,Hevserokên Giştî yên DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê HDPyê Cahît Kirkazak, nûner û berpirsên Partiya Azadî, KKP, PÎA û DDKDyê, siyasetmedar Gultan Kişanak, Hevserokên Şaredariyên Agirî, Îdir, Wan, Tekman û Bazîdê, parlamenterên DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, Salîha Aydenîz, Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker serok û nûnerên baroyên Agirî, Wan û Qersê, nûnerên saziyên civaka sivîl û di konferansê de amade ne.

 “Ji bo yekîtiyê gaveke mezin tê avêtin”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di konferansê de gotarek pêşkêş kir diyar kir ku wan hevdîtineke dîrokî pêk aniye û got:

“Em îro li dergeha Ehmedê Xanî ne. Bila îro dilê wî rehet be, wekî neviyên wî em ji bo yekîtiyê gaveke girîng davêjin. Sed sal e gelê Kurd li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê têkoşîneke mezin dide.

Îro Abdullah Ocalan manîfestoyek weşand û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelekê aştiyê pêşkêş kir.

Divê em jî vê xurt bikin û piştgiriyê bidin wê. Îro partiya me, baweriya me çi dibe bila bibe, em Kurd in û welatê me Kurdistan e.

Êdî divê gelê Kurd Bekoyan nexe nav xwe û yekîtiya xwe ava bike. Îro roja gelê Kurd e, îro roja xurtkirina civaka demokratîk e.”

“Kurdan bi pêşengiya jinan çerxa felekê guherand”

Mehmet Kamaç jî diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de êşên mezin kişandine û wiha axivî:

“Îro jî dijminên Kurdan dixwazin wan tune bikin. Divê em paşeroja xwe di nava yekîtiyê de ava bikin. Em dê heta lidarxistina kongreya neteweyî xebatên xwe bidomînin.

Kurd li çar parçeyan yek in. Bi pêngava ku li Silêmaniyê bi pêşengiya jinan hat avêtin, Kurdan careke din çerxa felekê guherand.

Divê her Kurdek xwedî li 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Ocalan daye destpêkirin derkeve. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşînê bike.”