Parêzerê Demîrtaş ji Rûdawê re axivî: Rewşa dawî çi ye?

26-08-2017
SERKAN İNCE
Mahsûnî Karaman
Mahsûnî Karaman
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Parêzer Dadgeh HDP Hevserok
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Mahsûnî Karaman parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş têkildarê dosyeya dozên muvekîlê xwe de daxuyaniyên girîng da Rûdawê.

 

Mahsûnî Karaman Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku dosyeya ku Demîrtaş pê hatiye girtin ji 22yê Pûşperê ve nehatiye vekirin.

 

Karaman destnîşan kir ku dosyeya ku kirine hincet û sedem ku Demîrtaş bi awayekî girtî bê dadgehkirin, diviyabû di mehek de carê “nirxandina girtinê” bihata kirin, lê ev zêdetirî du meh e ev yek pêk nehatiye.

 

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji 3yê Mijdara 2016an ve girtiye. Der heqê Demîrtaş de bi hinceta “damezrandin û birêvebirina rêxistinên derqanûnî, bangêşta rêxistinê, pesindayîna tawan û tawanbaran, bêrêzî û biçûkxistina Serokomarê Tirkiyê”, 21 doz hatine vekirin û bi tevahî 142 sal ceza jêre tê xwastin.

 

Mahsûnî Karaman parêzerê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku muvekîlê wî ji ber doza “Bûyerên 6-8 Cotmehê yê Kobanê û kuştina Yasîn Boru” girtî tê dadgehkirin.

 

Parêzer Mahsûnî Karaman got: “Di dozên din ên ku li dijî birêz Demîrtaş hatine vekirin de biryara girtinê tune ye. Jixwe piraniya dozên din bi piranî ji ber daxuyaniyên birêz Demîrtaş hatine vekirin. Bi hinceta ewlekariyê dadgehkirina birêz Demîrtaş veguhestin 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê. Destpêkê vê dadgehê biryar girt ku di 6ê Îlona 2017an de rûniştina yekem a dozê pêk bê.

 

Piştre xwast ku ev doza Demîrtaş ku doza kuştina Yasîn Boru û sê hevalên wî bixe yek dosyeyê. Ku dosyeya doza kuştina Yasîn Boru û hevalên wî jî li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ye.

 

Paşî daxwaza yekxistina herdû dosyeyan ji aliyê 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara yekxistina dosyeya doza Demîrtaş û doza kuştina Yasîn Boru û hevalên wî da.”

 

Mahsûnî Karaman herwiha got: “Lihevnekirina van her dû biryarên 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê çû ber destê Dadgeha Dadmendî ya Herêmî ya Enqereyê. 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derheqê biryara ku yeknexistina dosyeyan de nivîsek ji Dadgeha Dadmendî ya Herêmî ya Enqereyê re şand. Di wê nivîsê de diyar kir ku ´dosyeya Demîrtaş û Yasîn Boru nakeve heman tûrikê; ji ber ku ger Demîrtaş têkildarê bûyerên 6-8ê Cotmehê yên ji bo Kobanê bê darizandin jî tenê hincet dikare dijîderketina qanûna xwepêşandanan be´, di vê rewşê de Demîrtaş nabe berpirsê kiryarên kuştina Yasîn Boru û sê hevalên wî.

 

Niha dadgehek jî vê berpirsyariyê qebûl nake. Doza ku Demîrtaş tê de hatiye girtin diviyabû mehane “nirxandina girtinê” bihata kirin. Lê ji 22yê Hezîranê ve ev yek nehatiye kirin. Ev nirxandina dosyeya girtinê ji bo kesên hîn tê darizandin pir esasî û bingehîn e. Nexwe divê muvekîlê min birêz Selahedîn Demîrtaş divê serbest were berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst