Çar partiyên Kurd hevpeymanî pêk tînin

26-08-2018
RÛDAW
Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî hevpeymaniyekê pêk tînin
Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî hevpeymaniyekê pêk tînin
Nîşan Tevgera Goran Yekgirtû Komela Îslamî Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Iraq Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çar aliyên nerazî, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî li ser 4 xalan rêkeftin, ku yek ji wan xalan pêkanîna hevpeymaniyê ye.

 

Her çar aliyên Tevgera Goran, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê îro li Silêmaniyê civînek saz kirin.

 

Van aliyên ku ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nerazî ne, piştî civînê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, ku wan li ser 4 xalan lihev kirine.

 

Xalên rêkeftina herçar aliyan wiha ne:

 

1- Ji bo herçar fraksiyonan pêkanîna hevpeymaniyekê.

 

2- Dariştina karnameyekî hevbeş ji bo hevpeymaniyê, ku di xizmeta berjewendiyên giştî û bergîririna mafên destûrî yên gelê Kurdistanê de be û xizmeta bisazîkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê bike.

 

3- Di guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ev hevpeymanî pêdagiriyê li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û herwiha mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bike. Bi taybetî ji bo vegerandina rûmet û îdareyeke hevbeş ji bo navçeyên nakok, çareserkirina pirsgirêka bûdce, mûçe û şayisteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê, pêkanîna deste û saziyên ku bidestxistina mafên gelê Kurdistanê misoger dikin.

 

4- Ev hevpeymanî li ser asta Iraqê jî daxwaza pêdaçûna tavahiya pêvajoya siyasî û idarî ya Iraqê dike, ku di qonaxa nû de li ser bingeha şîrîkatî, lihevkirin, hevsengî, dewleta hemwelatîbûnê, maf û xizmetguzarî, şefafiyet, sazîbûn û serweriya yasa were binyadanîn.

 

Hêjayê gotinê ye, ku her çar aliyên Tevgera Goran, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê tevde xwediyê 11 kursiyên Parlamentoya Iraqê ne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst