Li Efrînê dizên gûzan zêde bûne: ‘Em neçar in gûzên xwe zû daweşînin’
Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dibêjin ji ber zêdebûna dizên gûzan, ew neçar dibin gûzên xwe zû ji daran biweşînin.
Li Gundê Basûtê berî dagîrkirina Efrînê derdora 10 hezar darên gûzan hebûn lê niha ji ber birîn û şewatê nîvê wan mane.
Hinek koçberên Ereb, li baxçeyekî darên gûzan ê li gundê Basûtê, ji sibehê heta êvarê gûzan diweşînin.
Xwediyê baxçeyekî darên gûzan jî li wî gundî, ji Rûdawê re got ji ber zêdebûna dizên gûzan, ew neçar dibin gûzên xwe zû ji daran bikin.
Cotkar Hisên Ebrûş got, “Îsal ji ber kêmbûna avê berhem kêm e. Dara ku berê 100 kîlo gûz jê dihat, îsal 50-75 kîloyan dide.”
Niha piraniya berhema Efrînê ya gûzan, li navçeyên di bin kontrola muxalefeta Sûriyeyê de tê firotin.
Bazirganê gûzan Xelîl Qaso jî got ku ew gûzan dibe Îdlibê û her kîloyekê bi 7-8 lîreyên Tirkî difiroşe.
Gundê Basûtê yê Efrînê bi çandinya darên gûzan navdar e.
Berî dagîrkirina herêma Efrînê zêdetirî 10 hezar darên gûzan li wî gundî hebûn lê ji ber birîn şewatê niha tenê derdora 5 hezar dar mane.
Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî çandiniya darên zeytûn û tirî, darên gûzan tên.
Li gorî amarên nefermî sala 2018an nêzîkî 200 hezar darên gûzan li Efrînê hebûn.