Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Milazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Erdogan got, "Yên berê xwe bidin Şam û Enqereyê dê bi ser kevin" û da zanîn ku "temînata Kurdên Sûriyeyê jî Tirkiye ye."
Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya Milazgirê de bal kişand ser pêşhatên dawî yên pêvajoya nû ya çareseriyê.
"Em di pêvajoyê de gihiştine qonaxa dawî"
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew di pêvajoyê de gihiştine qonaxeke girîng û got, "Di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror de, me di demeke kurt de rêyeke girîng birî.
Vê carê dê bi ser nekevin. Bi îzna Xwedê, vê carê kes nikare li pêşiya vê hewaya hêviyê ya ku bi piştgiriya gelê me çêbûye, bisekine."
"Temînata Kurdên Sûriyeyê Tirkiye ye"
Serokkomarê Tirkiyeyê bangî xelkê Sûriyeyê jî kir û got,"Temînata ewlehî û aramîya hemû gelên bira yên li Sûriyeyê, di nav de Kurd jî, Tirkiye ye.
Yên berê xwe bidin Şam û Enqereyê dê bi ser kevin; yên ku li gorî hiqûqa biratî û cîrantiyê tevbigerin dê bi ser kevin.
Yên ku rêya xwe şaş bikin û li patronên biyanî bigerin, dê di dawiyê de winda bikin."
Erdogan di beşeke axaftina xwe jî de gef jî xwar û got, "Ez dubare dikim; şûr ji kalana xwe derkeve, cih ji pênûs û gotinê re namîne."
“Em dê wek Tirk, Kurd û Ereb bi hev re bijîn”
Erdogan tekezî li ser biratiya gelan kir û eşkere kir ku ew dê li ser vê axê bi hev re bijîn û got:
"Kî çi dibêje bila bêje; em dê wek Tirk, Kurd û Ereb li ser vê cografyayê heta qiyametê bi hev re bijîn.
Piştî ku yên ji xwîna Misilmanan xwedî dibin ji sehneya dîrokê vekişin jî, em dê dîsa li vir bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse