Desteya Eniya Gel: Divê ti kes êrîşê avahiyên partiyan neke
Silêmanî (Rûdaw) – Biryar e roja Sêşemê (27-09-2016) mamosta û karmendên hikûmî yên Herêma Kurdistanê, jiber xirabûna rewşa darayî û paşkeftina meaşên xwe, li bajarê Silêmaniyê û navçeyên wê xwepêşandannan bikin.
Desteya Eniya Gel ku pêşengiya xwepêşandanan dike, bang li hemû beşdarên xwepêşandanan dike daku rê nedin ti kes êrîşê baregahên partiyan û avahiyên hikûmetê bikin.
Endamê Desteya Eniya Gel Awat Hesen ji Rûdawê re got ku ew qebûl nakin di dema xwepêşandandan de bûyerên nexweş û tundiyê rûbidin.
Hesen di vê derbarê de got, “Bernameya me de êrîşê ser baregahên partiyan nîne. Jiber ku avahiyên partiyan bi pereyên xelkê hatine çêkirin. Kesên nav baregahan de jî keç û kurên vî gelî ne. Em qebûl nakin ku ti kes jî êrîşê wan bikin.”
Komîsyona Ewlekariya Silêmaniyê destûr da ku li pêşiya Rêveberiya Perwerde ya Silêmaniyê, Parêzgariya Silêmaniyê, xwepêşandan bên kirin. Lê Desteya Eniya Gel ji diyarkirina van cihan nerazî ye û Awat Hesen jî dibêje, “Em ê bixwe cihê xwepêşandana xwe diyar bikin.”
Metirsî heye ku di dema xwepêşandanan de weke salên derbasbûyî careke din alozî derbikevin. Ji ber vê yekê jî ev çend roj in partiyên siyasî û dezgehên ewlekariyê civîn û amadekariyan dikin.
Derbarê vê yekê de Desteya Eniya Gel jî daxwaz ji xwepêşanderan dike, alîkariyê bidin hêzên ewlekariyê, wêneyê wan kesên ku aloziyê derdixin bigrin û bidin wan.