Galeriya wêneyan

26-09-2017
12 Photos
RÛDAW

Rûdaw - AFP 


Roja 25ê Îlona hevdem li gel birêveçûna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd ji keyfxweşiyê daketin kolanan û bi bilindkirina alên Kurdistanê û gotina dirûşmên netewî û bi dîlan û govendan encamdana referandumê pîroz kirin.

 

Welatiyên Kurd ên Qamişloyê dilxweşiya xwe bi birêveçûna referandumê li Başûrê Kurdistanê nîşan dan û hêvî kirin, ku proseya referandumê serkevtî be.