Ebadî: Ji bo radestkirina derî û firokexaneyan em 3 roj muhlet didin

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Wezîran a Iraqê biryar da, ku deriyên sînor û firokexaneyên Herêma Kurdistanê bikeve bin destê hikûmeta navendî ya Iraqê û ji bo radestkirinê 3 roj muhlet da.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî civîna Encumena Wezîran konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.

 

Heyder Ebadî di konferansa rojnamevaniyê de diyar kir, ku Hikûmeta Iraqê biryar daye ku deriyên sînor û firokexaneyên Herêma Kurdistanê bikeve bin destê Bexda û destnîşan kir, ku 3 roj muhlet didin Herêma Kurdistanê, eger na deriyên sînor û firokexaneyan dê daxin.

 

Ebadî herwiha got, ku giştpirsî dê zirar bide Kurdistan û Iraqê û dê li gor Destûrê desthilatdariya xwe bisepîne.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî herwiha got: “Serkirdeyên Herêma Kurdistanê goya bi bangewaziyan encamdana giştpirsiyê neda. Em jî li ser encama wê gotûbêj nakin.”