Hewlêr (Rûdaw) – Biryarederê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Îsmaîl Xurmalî eşkere kir, ku roja referandûmê ji bo heckirina malpera komîsyonê gelek êrîşên elektronîkî çêbûn lê ti ji wan jî serkeftî nebûn.
Îsmaîl Xurmalî ji Rûdawê re got: “Sazkirina dengdana elektronîkî ji bo Kurdistaniyên li derveyî welat karekî hêsan nebû. Lê me bi hewldanên kompanyaya Ewro Soft karî vî karî bikin.”
Xurmal eşkere kir, ku zêdetirî 129 hezar caran hewla hackkirina malpera wan hatiye danîn lê ti êrîşek jî serkeftî nebûye û got: “Herî zêde ji Almanyayê ve hewla hackkirinê hatiye dayîn. Paşî li gorî rêzbendiyê li Iraqê, Swêd û Brîtanyayê hewlên hackkirinê çêbûne.”
Ji ber pirtûbelvbûna rewenda kurdî, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê biryar da hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat, bi rêya elektronîkî dengên xwe bidin giştpirsiyê.
Dengdana elektronîkî roja 23ê Îlonê dest pê kir û 25ê Îlonê bidawî bû. Di vê heyamê de nêzîkî 90 hezar kesan li derveyî welat deng dan. Yekemîn deng ji Çînê hat û hemwelatiyekî kurd li Çînê dengê xwe da.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê li gorî yasaya jimare 4 a sala 2014ê ya Parlamentoya Kurdistanê hatiye damezrandin. Parlamentoyê di rûniştina 3ê Kanûna 2014ê de dengê baweriyê da Encûmena Komîsyaran.
Ofîsa komîsyonê li bajarê Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebce û Kerkûkê heye. Piştî hatiye damezrandin û heta niha, yekemîn proseya ku birêvbe biriye, referandûma 25ê Îlonê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse