Cafer Bavê Yasir zêdeyî 450 stranan çêkirine

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê Cafer Bavê Yasir ji yek wan kesan e ku stranan dinivîse û bi awaz dike û bi gotina wî heta niha zêdeyê 450 stran berhem anîne.

Cafer Bavê Yasir bû mêvanê bernameya Awazên Rojavayê Kurdistanê ya Radyoya Rûdawê bi pêşkeşvaniya Sefqan Orkêş û behsa jiyana û berhemên xwe kir.

Cafer Tahir Mele Elî ji neviyên seyidên Bêcirmanî ye. Çar kur û du keçên wî hene, bi navê Bavê Yasir tê naskirin.

Cafer sala 1961ê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li wir ta pola 12an xwendiye, zû jin anî û dev ji xwendinê berda. Piştî ku leşkeriya neçar a dewleta Sûriyê qedand, bû karmendê hikûmetê di karekî sivîl de û sala 2017an dev ji kar berda, di rewşeke pir zehmet de rêya hunerê şopand.

Cafer Bavê Yasir helbestên stranan dinivîse û bi awaz dike, nêzîkî 450 stranan ji berhemên wî hene, gelek hunermendan stranên wî gotine wek Ehmed Hemzo, Şêrîn, Ebdulqadir Silêman, Zibêr Salih, Hisên Salih, Heval Ibrahîm, û hunermendên dîtir.

Lê ew bi xwe nastrê, stranên wî yên navdar, ev in: “Dema ez feqîr bûm”, “Ez qurbana wan çavan bim”, “Kêfa min ji te re tê” û hin gelek starnên din hene.

 Cafer hunermendekî şêwekar e jî, herwiha amûrên muzîkê wek bizq û tembûran jî lêdixe.

Awazên Rojava programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Rodayoya Rûdawê bi pêşkêşjariya Sefqan Orkêş e. Berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.

Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.

Her carekê hunermendekî bitemen yê zindî dibe mêvanê bernameya Awazên Rojavayê Kurdistanê.