ZAXO - Agir bi kampa Kurdên Êzidî ket: 5 kon şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Bacid Kendalayê ya li Zaxoyê agir bi konan ket.

Di şewatê de 5 kon bi temamî şewitîn û kesek jî birîndar bû.

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Zaxoyê Evîndar Izet ji Rûdawê re ragihand ku şewat serê sibehê derdora saet 07:00an derketiye.

Evîndar Izet her wiha da zanîn ku wan kesê birîndar biriye nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Sedema derketina şewatê hîn ne diyar e û rayedar li ser şewatê lêpirsînê dikin.

Kampa Bacid Kendalayê yek ji wan kampan e ku Kurdên Êzidî yên ji Şingalê lê bi cih bûne.