Li Rihayê mînîbusa karkeran wergeriya, 19 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhastin wergeriya û 19 kes birîndar bûn.
Mînîbusa bi plakaya 64 ADH 681 a ku Îsmaîl A. diajot, li ser rêya Riha-Hewagê ji kontrola ajokarê xwe derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê gelek ambulans, polîs û tîmên agirvemirandinê sewqî herêmê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê 19 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Rihayê.
Hat zanîn ku di mînîbusê de karkerên çandiniyê hebûn û ew piştî xebata li zeviyên Semsûrê vedigeriyan Rihayê.
#WÊNE - Li Rihayê qeza, 19 birîndar hene
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 26, 2025
🛑 Li Rihaya Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkerên çandiniyê wergeriya û 19 kes birîndar bûn
🛑 Karker ji Semsûrê vedigeriyan Rihayê
📸Mustafa Bayar-AA pic.twitter.com/TzYrllMzN5