Mehmet Alaca: Cezayên li ser Rûsyayê petrola Îraq û Kurdistanê girîngtir dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolerê enerjiyê Mehmet Alaca da zanîn ku peymana petrolê ya 50 salî diqede û divê di peymana nû de Herêma Kurdistanê jî cih bigire.

Mehmet Alaca got, "Divê Enqere, Hewlêr û Bexda li hev bikin, ji ber ku pêdiviya Ewropayê bi petrolê heye."

Nivîskar û şêwirmend Mehmet Alaca, ji Rûdawê re ragihand ku ji ber cezayên li ser Rûsyayê, petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê girîngtir bûye.

Alaca da zanîn ku peymana petrolê ya 50 salî diqede û divê di peymana nû de Herêma Kurdistanê jî cih bigire û got, "Ji bo vê yekê, lihevkirina Hewlêr, Bexda û Enqereyê gelekî girîng e."

"Rawestandina boriyê ji bo her kesî zerer e"

Lekoler Alaca diyar kir ku rawestandina boriyê ji Adara 2023yan ve ne tenê ji bo Hewlêr û Bexdayê ku zêdetirî 25 milyar dolar zerer kirine lê ji bo Enqereyê jî zerereke mezin durist kiriye.

 Wî got, "Ji bo Tirkiyeyê vekirina boriyê ne tenê ji aliyê aborî ve lê ji aliyê prestîja dewletê û veguherîna navendeke enerjiyê ya herêmî ve jî gelekî girîng e."

"Divê di peymana nû de Kurdistan neyê jibîrkirin"

Nivîskar Alaca bal kişand ser wê yekê ku dema peymana petrolê ya 1973yan a di navbera Îraq û Tirkiyeyê de (ITP) diqede û got ku Enqere peymaneke nû ya modern dixwaze ku li gorî dînamîkên nû yên siyaseta Bexda û Herêma Kurdistanê be.

Li gorî Alaca, Enqere naxwaze ku Herêma Kurdistanê ji van pêvajoyan bê dûrxistin, ji ber ku pêwendiyên siyasî yên xurt di navbera Enqere û Hewlêrê de hene.

Wî got, "Enqere dixwaze Hewlêr û Bexdayê ne wekî hevrik lê wekî du aktorên ku hev temam dikin bibîne.

Ji ber vê yekê, di peymana nû de dê mafên Herêma Kurdistanê jî bên gotûbêjkirin."

"Doza li Parîsê û Projeya Rêya Bipêşketinê"

Mehmet Alaca her wiha amaje bi dozên tahkîmê yên navneteweyî yên li Parîsê kir û got, "Yek ji sedemên ku Enqereyê disekinîne, doza duyemîn e ku hîn li dadgehê nehatiye çareserkirin.

Dibe ku Enqere li bendê be ku Bexda dev ji vê dozê berde."

Lêkoler Alaca da zanîn ku Projeya Rêya Bipêşketinê jî ne tenê projeyeke aborî ye lê di heman demê de projeyeke enerjiyê ye û Tirkiye dixwaze bibe navendeke sereke ji bo firotina petrola Îraq û Kurdistanê.

Wî got, "Eger xeta Kerkûk-Ceyhanê bê nûjenkirin, kapasîteya wê dikare rojane bigihîje 1,5 milyon bermîlan"

"Ji ber cezayên li ser Rûsyayê, petrola herêmê girîngtir dibe"

Mehmet Alaca di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya jeopolîtîk a petrola Herêma Kurdistanê û got:

"Divê hem Îraq û hem jî Herêma Kurdistan zanibin ku heta cezayên li ser Rûsyayê bidomin, petrola wan ji bo cîhanê û bi taybetî ji bo Ewropayê girîngtir dibe.

Ji ber ku eger zextên li ser Rûsyayê zêde bibin, pêdiviya Ewropayê bi petrol û gazê dê zêdetir bibe.

Rêya herî erzan û hêsan a şandina vê petrolê jî bi rêya Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, lihevkirin pêwîstiyek e."