Washington Konferansa Kurdan hembêz dike

26-10-2013
EHMED EKAŞ
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê BDPê Nazmî Gur ragihand ku, di 28 cotmehê de wê Konferansa Kurd li paytexta Amerîka Washingtonê di bin rêveberiya BDPê de birêve biçe.

Nazmî Gur ji Rûdawê re ragihand ku ew û hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, rojnamevan Cengiz Çandar, rojnamevan Amberin Zaman û endamê ewlekariya navneteweyî ya Amerîka Michel Warz wê di Konferansa Kurd de amade bibin.

Gur diyar kir ku konferans wê li hola Ragihandinê ya navneteweyî bê lidarxistin û wê rayedarên siyasî, rojnamevan û lêkolînerên ji herçar perçeyên Kurdistanê tê de amade bibin.

Parlamenterê BDPê Yê Wanê Nazmî Gur destnîşan kir ku konferans wê li ser rola Kurdan li Rojhilata Navîn û rewşa heyî raweste.

Nazmî Gur da zanîn ku yek ji armanca Konferansê ewe ku pirsgirêka kurd têxin rojeva Amerîkayê.

Gur da xuyakirin ku wê konferans di 28 cotmehê demjmêr 9ê sibê heta 5ê êvarê de bidome.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst