Pêvajoya aştiyê rê li ber avakirina gundan vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî hezar gund di 30 salên dawî de ji ber şerê di navbera artêşa PKK û Tirkiyeyê de vala bûbûn.

Berpirsên pêwendîdar ên parêzgehên Hewlêr û Dihokê dibêjin ku şer nemaye û ew dê destê avedaniyê bigihînin gundan.

Li gorî amaran, ji salên 1990î û vir ve li Amêdiyê 195 gund, li Akrêyê 25 gund, li Zaxoyê 25 gund û li navçeya Şêxanê jî 10 gund ji ber şer hatine valakirin.

Alîkarê Parêzgarê Dihokê Macid Seîd Salih ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya aştiyê bandoreke baş kiriye û niha xelk zêdetir vedigerin gundên xwe.

Alîkarê Parêzgarê Dihokê got, “Hikûmet daxwazê ji xelkê wan gundên ku berê ji ber şer hatibûn valakirin dike ku vegerin.

Her gundê ku xelkê wê vegere, çi kêmasiyên wê hebin, bê guman hikûmet dê li gorî şiyana xwe ji wan re bi cih bîne.”

Li Soranê projeyên avedaniyê dest pê kir

Ji ber heman şerî, li Birêvebiriya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê 183 gund hatine valakirin.

Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Birêvebiriya Serbixwe ya Soranê Hejar Hekîm îro Rûdawê re got:

"Ji ber pêvajoya aştiyê û rawestandina şer û bombebaranan, em mijûlî çêkirina projeyên qîrkirinê ne ji bo çend gundan ku berê çûn û hatin ji bo wan qedexe bû."

Rêya ku Hejar Hekîm behsa wê dike, Rêya Bolê ye ku stratejîk e û 11 gund li ser in.

Ew gund beriya pêvajoya aştiyê deverên qedexekirî bûn.

Hejar Hekîm li ser vegera xelkê jî wiha axivî:

"Ji bo vegera xelkê hemû gundên ku berê hatine valakirin zû ye lê niha beşek ji gundiyan ajeldar in û havînan vedigerin gundan û zivistanan diçin bajaran."

Pêvajoya aştiyê û rawestandina şer

Yek ji wan deverên ku çend caran ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin, navçeya Pêncwênê ya Parêzgeha Silêmaniyê ye.

Qaymeqamê Pêncwênê Hêmin Îbrahîm ji Rûdawê re got, "Piştî pêvajoya aştiyê sînorê me aram e û ti bombebaran çênebûye."

11ê Tîrmeha îsal, ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şikefta Caseneyê ya li Parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û ji wê demê ve êriş û bombebaran li Herêma Kurdistanê nemaye.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.”