Galeriya wêneyan

26-10-2025
13 Photos

PKKyê bi merasîm û daxuyaniyekê ragihand ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxa duyemîn bibe, ew hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.

Sabrî Ok, Vejîn Dêrsim, Devrîm Palu û 25 gerîla tevlî vê merasîmê bûn û merasîm li Qendîlê hat kirin.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok got, “Em ne efûyê dixwazin, divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin.”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin û got:

“Em ne efûyê dixwazin, divê li gorî ruhê pêvajoyê sererastkirinên hiqûqî bên kirin.”

Wî diyar kir ku divê komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Ok destnîşan kir ku îro (26ê Çiriya Pêşîn a 2025an) rojeke gelekî girîng e û ji bo ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin li gorî ku tê xwestin û payîn bi pêş bikeve, bangeke girîng kirin.

Wêne: Herêm Burhan û Soran Salih-Rûdaw