Rêya Hisîça-Dêrezorê ya ku diçe Şamê piştî 20 rojan hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetirî 20 rojan ji girtinê îro rêya sereke ya Hisîça-Dêrezorê ya ber bi Şama paytexta Sûriyeyê ve hat vekirin.

Birêvebirê Kompanyaya Geştyariyê ya Heval a li Sûriyeyê Lezgîn Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Piştî girtina rêya Reqa-Himsê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve rêyeke din a ber bi Şamê ve hat vekirin."

Birêvebirê kompanyayê di berdewamiyê jî de got: "Niha ji bo çûna Şamê, em rêya Hisîça-Dêrezor-Tedmur-Dmeyr a ber bi Şamê ve bi kar tînin ku ji rêya berê baştir e."

5ê vê mehê aloziyek li ser rêya Reqa-Himsê çêbûbû. Şofêr dibêjin ku hikûmetê bi xwe rê girtibû û tenê rê dabû hinek nexweş û xwendekaran ku wê rêyê bi kar bînin.

Lezgîn Xelîl amaje bi wê yekê kir ku rêya ku ew niha bi kar tînin ti pirsgirêka wê nîne û xalên kontrolê yên hikûmetê jî ti astengiyan ji bo şofêran dernaxin.