Hewlêr (Rûdaw) – Zana û nivîskarê tirk û dostê nêzîk ê gelê kurd Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî diyar kir, dewleta Nemsayê (Awustirya) piştî ku Sekreterê Giştî yê PDKÎ Dr. Qasimlû ji aliyê Îranê ve hat şehîdkirin, pêwendiyên xwe û Tehranê xira nekir “çimkî kurd bê dewlet bûn!”
Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî ji Rûdawê re behsa girîngiya dewletbûna kurdan kir û got, eger dewleta kurdan hebûya dosyeya terorkirina Dr. Qasimlû nehat girtin. Yên ku Qasimlû teror kirin pir bi hêsanî ji Viyenna derketin û çûn.
Prof. Dr. Bêşîkçî her wiha got ku hevjîna Qasmilo gellek hewl da ku li ser wê dosyeyê dozekê veke lê hikûmeta Nemsa rê neda ew dosye vebe ji ber wê jî hevjîna Qasimlû neçar ma di rêya Amerîka, Brîtanya, Almanya û welatên din yên Ewropayê re li ser wê dosyeyê kar bike û givaşê bixe ser Nemsayê lê mixabin hemû hewlên wê bêencam man…
Sekreterê Giştî yê PDKÎ Dr. Ebdurrhman Qasimlû û 3 hevalên xwe, roja 13ê Tîrmeha sala 1989ê li paytexta Nemsayê-Viyenna, ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse