Serok Barzanî bi PDK-Syê re civiya: 'Yekrêziya Kurdan'
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) re civiya.
Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Sekreter û endamên Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) pêşwazî kiriye.
Di civînê de, li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê dan û standina bîr û ramanan hat kirin.
Her wiha di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya “yekrêzî û lihevkirina di navbera partiyên Kurdan ên Sûriyeyê de” hatiye kirin.
Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya şêwaza diyalog û lihevkirina di navbera partiyên Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.