Li Rojavayê Kurdistanê cotkaran dest bi çandiniyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê beşek ji cotkaran dest bi çandina genim a demsala 2025-2026an kir.

Li Cizîrê niha tenê wan cotkarên ku zeviyên xwe bi ava bîran av didin dest bi çandiniyê kiriye.

Cotkarê ji Amûdê Mehmûdê Wetê diyar kir ku wan erdê xwe ajotiye û got:

“Me genim û gubre jî pê werkir, baranê jî lê kir û em niha xwe ji bo avdana yekem amade dikin.

Mixabin sala borî sala herî xerab di ser me re derbas bû. Bi rastî saleke bêmînak bû, mirov dikare bibêje wekî salên 2008 û 2009an bû.

Çi qasî baran bibare ji bo me ew qasî baş e, bi taybetî ji bo zeviyên çandiniya avî.

Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku di demeke zû de tov û mazot li me belav kir, tenê me dixwest pere heta çinîna berheman wekî deyn li ser me bimaya.”

Cotkarên Cizîrê ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku di pêvajoya belavkirina tov, gubre û mazotê de di warê bihayê de piştgiriya wan bikin.

Ji ber ku gelek cotkar destteng in û heta niha ji ber zerera demsala borî dinalin.

"Divê rêveberî piştgiriya me bike"

Cotkarê gundê Til Erûsê yê Amûdê Mehmûd Îbrahîm Hemê jî got:

“Me xwe amade kiriye lê me hîna tov pê wernekiriye, barana ku hat rê li ber me girt.

Sibe yan dusibe em dê pê werbikin. Rêveberiyê tov li me belav kiriye lê hîna me mazot wernegirtiye.

Divê Rêveberî piştgiriya me bike, divê salane mazota pênc avan bidin me û bihayê tov û gubreyê kêmtir be.

Em hêvî dikin piştgiriya çandiniyê bikin û bi taybetî tov û gubreyê wekî deyn bidin cotkaran, mîna cotkarên girêbestan ên Saziya Pirkirina Tovan.”

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala çandiniyê ya 2025-2026an tenê 2 milyon û 800 hezar donim erdê avî bê çandin.

Sala borî 6 milyon û 200 hezar donim erdê bejî û avî hatibû çandin.