Li Çewlîgê 120 xwendkar bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Azarpêrtê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê li du dibistanan 120 xwendekar ji ber xwarinê bi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan, îro li dibistaneke navîn û dibistaneke seretayî yên li navçeya Azarpêrtê ya Çewlîgê xwendekar piştî xwarina firavînê nexweş ketine û dilê wan li hev ketiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn her du dibistanan û 120 xwendekar ji ber bijehrêketina bi xwarinê rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li navçeyên Azarpêrt û Gêxiyê yên Çewlîgê.

Parêzgariya Çewlîgê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji wan xwendekaran 13 kes rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê û ji navenda bajêr jî 2 bijîşkên zarokan bilez şandine navçeyê.

Parêzgariyê da zanîn ku rewşa xwendekaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne û got:

“Xwendekarên me wekî tedbîr di bin çavdêriyê de ne. Yên ku rewşa wan baş dibe jî bo malên wan tên şandin."

Piştî bûyerê, Birêvebiriya Çandinî û Daristanan û Birêvebiriya Tenduristiyê li xwaringehên her du dibistanan dest bi lêkolînan kirin.

Ji xwarinan nimûne hatin wergirtin û ji bo pişkinînê şandin laboratuvarê. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de dest bi lêpirsîna edlî û îdarî jî hatiye kirin.

Van demên dawî bi taybetî li dibistanan û beşên navxwe yên dibistan û zanîngehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyerên jehrêketina bi xwarinê zêde bûne.