Li Amed, Mêrdîn û Êlihê hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Mêrdîn, Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ragihand ku li rojhilatê parêzgehên Amed û Mêrdînê û li rojavayê parêzgeha Êlihê barana gur dibare.
Saziyê ji welatiyan xwest ku li hemberî egera lehî û neyîniyan tedbîrên pêwîst wergirin.
Li bajarên herêmê demjimêrên sibehê û êvaran jî mij û moran çêdibe.
Her wiha pileyên germê jî li gorî demsalê di asta bilind de ne.