URMIYE - Îranê dest danî ser gelek çekan: 'Me rê li ber tevlîheviyê girt'

Hewlêr (Rûdaw) - Pasdarên Îranê li sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dest bi ser gelek çekan de girt.

Fermandariya Hemzeyê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li bajarê Urmiyeyê dest bi ser gelek çek û cebilxaneyan de hatiye girtin.

Di daxuyaniya Navenda Pêywendiyan a Fermandariya Hemzeyê de hat diyarkirin ku hêzên wan li herêma Tirgeverê ya Urmiyeyê dest bi ser gelek çek û cebilxaneyan de girtiye ku "ji derveyî sînor hatine derbaskirin".

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew çek û cebilxane ji bo "hêzeke dijberî Komara Îslamî ya Îranê" hatine anîn lê navê ti rêxistin an koman nehatin dayîn.

Her wiha di daxuyaniyê de derbarê derketina şer an desteserkirina kesan ti agahî nehatin dayîn.

Fermandariya Hemzeyê da zanîn ku di nava cebilxaneyê de gelek çek, teqemenî û 198 bombe hene û armanc ew bûye ku wan bibin kûrahiya axa Îranê da ku ji bo "derxistina tevlîheviyê" werin bikaranîn.

Fermandariya Hemzeyê ku yek ji 10 fermandariyên Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran e, fermandariya hêzên li parêzgehên Urmiye û Sine dike. Navenda biryargehê li Urmiyeyê ye.

Erkê sereke yê fermandariya wekî "têkoşîna li dijî çalakiyên partiyên Kurdan" hatiye diyarkirin.