Larîcanî gihîşt Silêmaniyê (hat nûkirin)

Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî gihîşt bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê.

Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî, ku ev du roj in li Bexdayê ye, bîstekê beriya niha gihîşt Silêmaniyê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Larîcanî dê serdana Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî bike her wiha dê bi hinek rayedarên YNKê re jî rûnê.

Larîcanî paşê dê derbasî Paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, bibe û bi Serokê Parlamentoyê Dr. Yûsif Mihemed re bicive.


Li gorî hinek agahiyan, ku heta niha nehatine piştrastkirin, Larîcanî dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtin bike.