Demîrtaş: Kurdistan dibe xwedî statu

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be.

 

 

Civîna awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li bajarê Amedê dest pê kir dest pê kir. Hevserokên KCDê Hatip Dicle, Selma Irmak, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emine Ayna û Kamuran Yuksek, Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag, Hevberdevkên Kongeya Neteweyên Demokratîk (HDK) Ertugrul Kurkukçu û Sebathat Tuncel, Seroka Giştî yê EMEPê Selma Gurkan û bi sedan delege, siyasetmedar, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûne.

 

Di kongreya KCDyê de Selahattin Demîrtaş jî gotarek pêşkêş kir û got, mafê xwerêveberiyê ji bo hemû gelan mafekî rewa ye û beşeke girîng a beyannameya wan a hilbijartinê, xwerêveberî ye.

 

Selahattin Demîraş wiha got: “Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê hatine avakirin, ew li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatine avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke ne daxwazekê nûye û daxwazeke ku bi sedan salan e.”

 

Demîrtaş amaje kir ku kesên xendekan biçûk dibînin rastiyê nabînin û wiha got: " Di nava 2 sal û nîvan de me her tişt kir. Lê dawiya dawî xwestin me di bin benda hilbijartinê de bihêlin û me bi xeniqînin. Em bombe kirin, qetil kirin û avêtin zindanan.”
 

Herwiha Demîrtaş anî ziman, gele kurd statu û rêveberiya cewherî dixwazin û wiha pê de çû:

“Kurd êdî dixwazin li ser axa xwe, bi viyana xwe ya siyasî bijîn. Kurdistan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn wekî rojê ronî dike. Sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be. Bedela wê giran be jî biryar û baweriya me nayê guhertin. Bedela wê çi dibe bila bile em amade ne. Me hemû rêbazên diyalog û hevdîtinê kirin, lê hemû hatin redkirin.”