Fermandarê Xrîstiyan: Mixabin, Kurdistan pişta xwe dide serkirdeyên têkçûyî

Hewlêr (Rûdaw) – Emîndarê Giştî yê Tevgera Xrîstiyanên Iraqê (Babilyon) Reyan Kildan rexne li xrîstiyanên li Kurdistan û Iraqê girt û got; “Mixabin, di nav xrîstiyanan de hemahengî nîne. Herêma Kuridstanê jî pişta xwe dide hinek serkirdeyên têkçûyî yên xrîstiyan.”

 

Roja 23ê Kanûnê li navçeya Xedîra Bexdayê, di encama êrîşeke çekdarî de 8 hemwelatiyên xrîstiyan û kurdên êzidî hatine kuştin. Piştî vê bûyerê Emîndarê Giştî yê Tevgera Xrîstiyanên Iraqê (Babilyon) Reyan Kildan bi daxuyaniyekê ragihand, ku berpirsê vê êrîşê hikûmet û hêzên ewlekariyê ne.

 

Kildan diyar kir, eger berpirsên vê êrîşê neyên peydakirin dê Tevgera Babilyon çekdarên xwe ji nav Heşda Şeibî û ji şerê DAIŞê vekişe.

 

Emîndarê Giştî yê Babilyonê Reyan Kildan duh bi şev beşdarî bernameya “Foks Mûsil” a Rûdawê bû û got; “Roja Înê li navçeya Xedîra Bexdayê di êrîşeke çekdarî de çend hemwelatiyên xrîstiyan hatine kuştin. Me  daxwaz ji hikûmetê kir, ku kirdarên vê êrîşê eşkere bike. Komîsyonek hatiye amadekirin da ku bizanin kî ne ji ber vexwarina alkolê hemwelatiyan dikujin.”

 

Kildan da zanîn, ku hêza wan di nav Heşda Şeibî de beşdarê şerê li dijî DAIŞê dibe û ragihand; “Ligel birayên pêşmerge ti pirsgirêkek me nîne. Li Şingalê jî di navbera me, Heşda Şeibî û Hêza Pêşmerge de hemahengiyeke baş heye.”

 

Reyan Kildan derbarê bi herîmkirina deşta Nînowa de jî helwesta xwe eşkere kir û got; “Ti cudahiyek di navbera Herêma Kuridstanê û Deşta Nînowa de nîne. Hemû jî Iraq e û Iraq jî yekparçe ye. Eger giştpirsiyek bê kirin em ê li hember encamên wê rêz bigrin. Lê me navê Nînowa bibe herêmeke taybetî. Me divê Nînowa beriya 2003ê weke parêzgehekê ser bi navendê ve be. Lê divê xelkê Nînowa bixwe parêzgeha xwe biparêzin.”

 

Derbarê pêkhate û hejmara çekdarên Babilyonê de jî Reyan Kildan daxuyand; “Hêzên me li Tileferê, Deşta Nînowa, navçeyên Omerkan, Xizir, Nemrûd, Hemdaniye û Bexdayê hene. Li Tileferê ligel Heşda Şeibî beşdarê şer dibin. Herwiha erkek me li Selahadînê jî heye. Em naxwazin hejmara hêzên xwe eşkere bikin. Lê dikarim bêjim, ku nêzîkî hezar û 800 çekdarên me hene. Hemû çekdarên me mesîhî ne.”