Serokê parlamentoyê dest ji kar berda
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed dest ji peywira xwe berda.
Endamê Tevgera Goranê Yûsuf Mihemed ji wezîfeya xwe ya Serokatiya Parlamentoyê îstifa kir.
Piştî ku Tevgera Goranê biryara vekişandinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, Serokê Parlemantoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ku endamê Goranê ye îro di civîna çapemeniyê de destjikarberdana xwe ragihand.
Yûsuf Mihemed li Navenda Serekî ya Tevgera Goranê li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku wî dest ji wezîfeya xwe kişandiye û got heya vê dawiyê wî her berevaniya dadperweriyê kiriye.
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed got, xula palamentoyê li ser dû qonaxan parve bûye, qonaxeke asayî û yeka din bi temamî ne asayî û dibêje jî ji ber hin sedem û bi razîbûna Tevgera Goran, dest ji karkişand.
Mihemed di heman demê de rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û got xelkê Kurdistanê di rewşeke zehmet re derbas dibe.