Kurdistanê stêrkekî geş ê Dengbêjiyê ji dest da
Urmiye (Rûdaw) - Dengbêjê navdarê Rojhilatê Kurdistanê yê ji bajarê Makoyê, Museyib Gulşenzade koça dawiyê kir û termê wî bi axê hate spartin.
Dengbêjê navdar, Museyib Gulşenzade piştî 6 mehan nexweşiya penceşêrê, pêr 25ê Kanûna 2019an di temenê 58 saliyê xwe koça dawiyê kir û xatir ji cîhana huner û hunerdostên Kurdistanê xwast.
Wî çendîn berhemên dengbêjiyê li pey xwe hiştin.
Ji temenê xwe yê zaroktiyê ve sitranên dengbêjên navdar ên Kurdistanê gotine, ku ji Radyoya Kurdî ya Ermenistanê ve bihîstibû. Yekem sitran ku wî xwandiye, berhema Mihemed Silo ya bi navê Hêdî Bajî Birîndarim bûye.
Wî li Dibistanê ew sitran ji bo hevalên xwe yên xwandekar xwandiye, lê ji ber ku sitrana Kurdî li dibistanê xwandibû, mamosteyekî Îranî li wî dabû, her ji ber wê reftarê û cudakariya li hember Kurdan, dest ji xwandin û dibistanê berdabû.
Beriya 2 heftiyan, Rûdawê serdana mala Museyib Gulşenzade li bajarê Umriyê kiribû û raporeke taybet derbarê nexweşketina wî de belav kiribû. Dengbêj Museyib wê demê ku gelek nexweş bû, li şûna ku behsa rewşa tendirustiya xwe ya xirab û nedariya xwe bike, her tim behsa hunera Kurdî û pêşxistina kultura Kurdistanî dikir.
Wî dengbêjê Kurd di heman raporta Rûdawê de daxwaza zindîragirtina kulutr û hunera Kurdî kir û ji hunermend û dengbêjan xwast, ew dîrok û çanda ku beşek ji wê bi dengbêjiyê hatiye parastin, bi hunera xwe zindî bihêlin û biparêzin.
Dengbêj û helbestvanên navçeyê dibêjin, Museyib Gulşenzade gelek giringî dida pirsgirêkên xelkê û civakê, digeriya û êş û derdên xelkê peyda dikirin û bi dengbêjiyê qala wan derdan dikir.
Museyib Gulşenzade, li gundê Gola Murse ya ser bi bajarê Makoyê ji dayîk bibû, çend sal bûn mala xwe biribû bajarê Umriyê û li gundê Şahîn Abad ê ser riya Urmiye û Mihabadê dijiya.