Hozan Serdar albûmeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Hozan Serdar albûmeke nû bi navê "Zerya" belav kir û yek ji stranên vî berhemî bi awayê video belav kiriye.

Albûma "Zerya" li ser kanala Hozan Serdar a Yotubê hatiye belav kirin û stranên wê ji gotin û awazên vî hunermendî ne.

Yek ji stanên vê albûme bi navê "Bê Gula Mi Bê" bi awayê video hatiye belav kirin.

Hozan Serdar xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye û sala 1955 ji dayîk bûye. Sala 1978an diçe li Almanyayê û heta niha jî li wê derê dijî. Hozan Serdar di huner jiyana Dêrsimê de xwedî cîhekî girîng e. Di berhema wî de kelepora folklorî ya Dêrsimê bi şîn û şahiya xwe ve hatiye bikaranîn. Hozan Serdar bi zêdeyî bi Kirmanckî distirê.