Rêya koçberiyê 3 kes ji wî stand û bi kul û xemên xwe re tenê maye

26-12-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Grafîk: Rûdaw
Grafîk: Rûdaw
Nîşan Kurdistan Duhok Koçberî Koçberên Kurd
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Ji 11 kesên ku di bûyera binavbûna belemekê de li deryaya Egeyê û nêzîk sînorê Yûnanê xeniqîn, 3 kes xelkê parêzgeha Duhokê ne, ku dayikek li gel keçek û kurekî xwe ne. Bavê zarokan li Duhokê di maleke kirê de dijî, piştî ku hevjîn û keç û kurê wî koç kirin bi tenê dijî, wî zaniye ku her sê kesên malbata wî canê xwe ji dest dane, lê ti belgeyên piştrastkirî ji bo wê yekê li ber dest nînin.

Îsal zêdetir ji 10 hezar kesan li parêzgeha Duhokê ber bi Ewropayê ve koç kirine, lê hemû negihîştine cih û hejmarek ji wan di rêya koçberiyê de yan li nav deryayê yan jî li ser sînoran canê xwe ji dest dane.

Casim Mihemed ku bi karkeriyê debara jiyana xwe peyda dike, bavê Sumeya ya 23 salî û Bilal ê18 salî û hevjînê Rêzan Ebdulrehman a 43 salî ye.

Ew her sê kes di bûyereke binavbûna belemeke koçberan de li sînorê Yûnanê bêserûşûn bûne û li go zanyariyên ku gihîştine Casim Mihemed, wan hersê kesan canê xwe ji dest dane, lê ti belgeyeke fermî û piştrastkirî bo wê yekê nîne.

Casim Mihemed niha bi tenêtiya xwe di nava xem û kulan de dijî û her tim hizra hevjîn û keç û kurê xwe dike. Bi gotina Casim Mihemed, ew hersê kes beriya 25 rojan rêya koçberiyê û derveyî welat dane ber xwe û bêyî agahdariya wî, li gel kesekî qaçaxçî li hev kiribûn.

Ew dibêje, 5 roj in ti agahiyan ji wan wernagire û jê re hatiye gotin ku di deryaya Egeyê de xeniqîne, lê ti belgeyên piştrastkirî li ber dest nînin ku mirina wan îsbat bike.

Casim Mihemed ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Min gelek hewl dan ku neçe.., neçe, ji min re got tu her nahêy ez dê biçim, ji min got ma tu dixwazî em lêdanê bixwin, rêya Yûnanê belem e baştir e, min jê re got bi belemê neçe min dîtiye guhê xwe bide min neçe.”

Rêxistina Elened, rêxistineke civaka sivîl (NGO) ye û lidûvçûnê bo karên koçkirinê dike. Li gor amarên wan ên nefermî, îsal zêdetir ji 10 hezar kesan li parêzgeha Duhokê ber bi Ewropayê ve koç kirine.

Rêxistina Elened dibêje, li gor salên derbasbûyî rêjeya koçkirina jinan ji ya mêran zêdetir e.

Şêrzad Pîrmûsa, Berpirsê Rêxistina Elend Bo Demokrasîkirina Gencan ji Rûdawê re dibêje, “Zilam koça derve dikirin, niha em dibênin jin jî koça derve dikin, bi rastî ji kesên ku koç dikin, ji sedî 10ê wan jin in.”

Li gor zanyariyan, Rêzan Ebdulrehman a 43 salî û keça wê Sumeye ya 21 salî û Bilal ê18 salî ligel 9 kesên din di bûyereke binavbûna belemeke koçberan de, li deryaya Egeyê canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst