Bafil Talebanî: Dibe ku di demeke nêzîk de bibim serokkomar

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di vîdeoyeke li gel du Youtuberên Amerîkî de amaje bi îhtimala wergirtina posteke bilind a Îraqê dide.

Di beşeke vîdeoyê de Youtuberek behsa wê yekê dike ku çawa hevalekî wî pêwendî pê re kiriye û jê re gotiye "Serokê welatekî" dixwaze bi te re biaxive.

Lê Bafil Talebanî yekser gotina wî dibire û dibêje, "Serokê partiyekê."

Paşê Bafil Talebanî her bi xwe dibêje, "Dibe ku di demeke nêzîk de (bibim)."

Bafil Talebanî derbarê wê yekê ku çima van demên dawî bêhtir di dema rahênana guleberdanê de xuya dibe amaje bi wê yekê kir ku ev guherîna di jiyana wî ya werzişî de vedigere sal û nîvek berê.

Serokê YNKyê Bafil Talebanî got:

"Nêzîkî sal û nîvek berê ji bo min derket holê ku êdî ez nikarim wekî berê giraniyê rakim yan gulaşê bigirim û birevim, loma ez li werzişeke din geriyam."

Bafil Talebanî da zanîn ku êdî wî bala xwe daye ser rahênana guleberdanê û bi wê rêyê rahênerên nû yên wekî Ben nas kirine.

Talebanî di beşeke din a axaftina xwe de dibêje ku demeke dirêj e ew bîner û şopînerê kanala wan her du Youtuberan e ku taybet e bi rahênanên guleberdanê.

Serokê YNKyê amaje bi wê yekê jî dike, hevalekî pêşniyar kiriye ku ji bo hinek pirs û zanyariyên hûrgilî dikare pêwendiyê bi wan re bike û ew jî alîkariyê bikin; her ev jî bûye destpêka naskirina wan.

Jake Dwyer û Chris Blau du Youtuberên Amerîkî ne û di kanala xwe ya 1911 Syndicateyê de vlogeke dirêj li gel Bafil Talebanî kiriye.

Di vîdeoyê de diçin bazara çekfiroşan a Silêmanî û Bexdayê, çend çekan diceribînin û heta bi RPGyê pîkapekê diteqînin.