Li Dêrsimê teyrekî dron revand
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, teyrekî li hewayê êrişî dronekê kir û ew revand bir lûtkeya çiyê.
Xwediyê dronê piştî meşeke 6 demjimêran a li ser berfê karî drona xwe ji lûtkeya çiyayê 3 hezar metreyî vegerîne.
Wênegir û xwezhez Ozgur Şahîn, ji bo girtina dîmenên xwezayê çû gundê Axdatê yê navçeya Pulurê.
Dema Şahîn li wir dron difirand, teyrekî êrişî dronê kir, bi pençên xwe girt û wekî nêçîrekê bi xwe re bir lûtkeya çiyê.
Bi GPSyê cihê wê tesbît kir
Ozgur Şahîn diyar kir ku drona wî ji nişka ve bilind bûye û dema li dîmenên kamerayê nêriye, dîtiye ku di nav pençên teyrekî de ye.
Şahîn bi rêya sîstema GPSyê cihê dronê destnîşan kir û dît ku drona wî li lûtkeya Çiyayê Sultan Babayê ye ku bilindahiya wî 3 hezar metre ye.
Şahîn ji bo anîna drone daxwaza alîkariyê ji çiyagerên profesyonel kir.
Tîmeke profesyonel di nav şert û mercên dijwar û berfê de 6 demjimêran meşiyan û hilkişiyan çiyê.
Di encamê de tîm gihişt drona ku teyr li ser lûtkeya çiyê danîbû.
Zerer li dronê nebûye
Hat zanîn ku her çend teyr dron biribe serê çiyê jî ti zerer nedaye wê û dron hîn jî dixebite.
Ozgur Şahîn li ser serpêhatiya xwe wiha got:
“Dema min dîmenên xwezayê digirtin min dît ku drona min ji nişkê ve ji kontrolê derket.
Dema min li dîmenên kameraya dronê nerî min dît ku dron ji aliyê teyrekî ve hatiye revandin.
Teyr demekê li hewayê firiya û piştre dron bir lûtkeya çiyayekî."
"Jiyana hov a li vir gelekî bi hêz e"
Şahîn da zanîn ku wan piştî meşa 6 demjimêran dron aniye û got:
"Ti zerer negihiştiye dronê û wekî roja yekem kar dike. Bi rastî ev ezmûn careke din nîşanî me dide ku jiyana hov a li navçeyê çi qasî bi bandor û bi hêz e.
Her wiha girîngiya baldarî û hestiyariya di girtina dîmenên xwezayê de nîşan dide."
Kêliyên ku teyr êrişî dronê dike û wê dibe û li lûtkeya çiyê datîne, hemû di kameraya dronê bi xwe de hatine qeydkirin.