Li Qersê du kom bi hev ketin: Rewşa 2 kesan giran e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman şer derket.

Di şerê bi kêr û daran de 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.

Li Parka Walî Rahmî Dogan a li Kolana Faîkbeyê ya Taxa Ortakapiyê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş di demeke kurt de mezin bû û veguherî pevçûnê.

Di pevçûnê de A.Y. (20), B.O. (22), E.K. (19), R.B. (20), K.K. (17), A.B. (17) û M.B. (19) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.

Hat zanîn ku rewşa A.Y. û M.B.yê giran e û metirsî li ser jiyana wan heye.

Polîsan derbarê tohmetbarên ku ji cihê bûyerê reviyane dest bi lêkolînê kir.