Li Kerkûkê Erebkirin didome: Zeviyên Kurdan di bin metirsiyê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Pirsgirêka zeviyan li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê wekî birîneke nekewiyayî maye.
Hilbijartina Birêvebirê Çandiniyê yê parêzgehê ji aliyê encumenê ve, bû sedema nerazîbûna cotkarên Kurd û Tirkmen.
Birêvebir tê tohmetbarkirin ku di demeke kurt de bi dehan girêbestên çandiniyê ji bo Erebên hawirde nû kirine. Ev yek li ser hesabê wan zeviyan e ku xwediyên wan tapoyên wan ên fermî hene.
17 hezar donim erd li herêmên Kakeyî û Talebanî yên li sînorê navçeya Daqûqê, careke din bûye navenda nakokiyeke yasayî û neteweyî.
Ev zevî bi biryara dadgehê û li gorî belgeyên tapoyê li xwediyên wan ên resen ên Kurd hatine vegerandin.
Lê belê niha ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin û piştî sala 2017an 3-4 gund jî li wir hatine avakirin.
Şêx Necat Talebanî yek ji wan cotkaran e ku zêdetirî 3 hezar donim erdê wî û xizmên wî li wê deverê heye.
Şêx Necat Talebanî dibêje tevî biryara dadgehê û nûkirina tapoyan a ji sala 2006an ve, Fermangeha Çandiniyê amade nîne girêbestên Erebên hawirde betal bike.
Cotkarê gundê Enaneyê Şêx Necat Talebanî got:
"Divê girêbestên her zeviyê ku bi biryara dadgehê hatibe vegerandin bên betalkirin.
Lê mixabin birêvebirên çandiniyê û Fermangeha Çandiniyê bi ruhê yasayî kar nakin.
Di vê mijara ku mijareke yasayî ye de bi têgihiştina mezhebî û neteweyî kar dikin."
Li nava salona Encumena Parêzgeha Kerkûkê dîmen cuda bû.
Îsam Silêman bi piraniya dengan wekî Birêvebirê Çandiniyê hat diyarkirin.
Tiştê ku bala cotkaran dikişîne ew e ku beşek ji wan dengên ku dane Îsam Silêman dengên endamên Kurd bûn.
Ev yek di demekê de ye ku navborî beriya ku dest bi kar bike 70 girêbest ji bo Erebên hawirde nû kirine.
Serokê fraksiyona YNKyê yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Neşet Şahwêz anî ziman:
"Pirsgirêka me bi kesayetiyan re nîne lê li ser karê Birêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê gelek pirsên me hene.
Em bi vî birêvebirî re ku navê wî Mamoste Îsam e axivîne.
Çend girêbest hatine kirin, em dê wî bang bikin û divê ronîkirinê bide."
Ne tenê Kurd ne razî ne, cotkarên Tirkmen jî heman derdî dikişînin.
Li sînorê nahiyeya Taze û Topizawayê cotkar dibêjin ku Fermangeha Çandiniyê biryarên yasayî paşguh dike û ji bo zindîkirina girêbestên serdema Beasê kar dike.
Nûnerê cotkarên Topizawayê Samî Xefûr behsa wê yekê dike û dibêje:
"Ji roja ku vî birêvebirî dest bi kar kiriye ve pirsgirêkên me bi wî re hene.
Li ser hemû zeviyên me girêbestên serdema Beasê hene."
Cotkarê Tirkmen ê nahiyeya Tazeyê Selman Elî jî got:
"Ez hatime gilî bikim. Dema ku zevî di destê min de ye girêbest çawa hatiye nûkirin?"
Posta Birêvebirê Çandiniyê ya Kerkûkê berê para Kurdan bû lê piştî sala 2017an bi wekalet ji aliyê pêkhateya Ereb ve dihat birêvebirin.
Niha jî di çarçoveya rêkeftina pêkanîna îdareya nû ya parêzgehê de, post bi fermî dan Ereban û namzedê Wesfî Asî (Îsam Silêman) post wergirt.
Biryarên vî postî dê çarenivîsa hezaran donim erd û aştiya civakî ya li gundên Kerkûkê diyar bike.