Kurê Selîm Sadak li ser rewşa bavê xwe daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak, Hakzan Sadak li ser rewşa tenduristiya bavê xwe daxuyanî da û got, “Nûçeyên spekulatîf rastiyê nîşan nadin.”
Parêzer Hakzan Sadak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê nûçeyên li ser rewşa bavê xwe Selîm Sadak daxuyaniyek belav kir ku ew tedawiya penceşêrê dibîne.
Sadak da zanîn ku tedawiya Selîm Sadak di beşa çavdêriya hûr de didome û got:
“Ez dikarim bibêjim ku metirsiya li ser jiyana wî didome lê rewşa tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.
Nûçeyên spekulatîf ên li derve rastiyê nîşan nadin.
Em spasiya hemû heval, hezkirî û gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya zehmet de bavê min bi tenê nehiştin, telefon kirin û hêviyên baş xwestin. Duayên xwe kêm nekin."
Selîm Sadakê 71 salî ku Parlamenterê berê yê DEPyê û Şaredarê berê yê Sêrtê ye demeke dirêj e li bajarê Heilbronnê yê Almanyayê tedawiya penceşêrê dibîne.
Sadak êvara înê piştî ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê.
Selîm Sadak kî ye?
Selîm Sadak sala 1954an li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayîk bûye.
Piştî ku xwendina seretayî û navîn li Hezexê temam kir, Beşa Matematîkê ya Fakulteya Perwerdeyê ya Amedê qezenc kir.
Di tarîxên cuda de li herêmê mamostetî kir.
Di hilbijartinên giştî yên 1991ê de ji lîsteyên Partiya Gel a Sosyal Demokrat (SHP) wekî namzedê Partiya Keda Gel (HEP) beşdarî hilbijartinê bû û wekî Parlamenterê Serdema 19emîn ê Şirnexê yê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Sala 1991ê piştî girtina HEPê derbasî Partiya Demokrasiyê (DEP) bû.
Piştî ku sala 1994an li Parlamentoya Tirkiyeyê li şûna Tirkî bi Kurdî sond hat xwarin, 3yê Adara 1994an parêzbendiya wî hat rakirin.
Sadak 17ê Adara 1994an bi parlamenterên din ên DEPyê Leyla Zana, Mahmut Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sedat Yurtdş re hat girtin û ew xistin girtîgehê.
Hezîrana 2004an bi biryara Dadgeha Bilind beraat kir.
Di damezirandina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt û bû endamê desteya birêvebir.
Di hilbijartinên herêmî yên 29ê Adara 2009an de ji sedî 49,43ê dangan sitandin û bû Şaredarê Sêrtê.
Sadak zewiciye û bavê 10 zarokan e.