Otomobîlek ket Çemê Zapê: Şofêra 23 salî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û ket nav Çemê Zapê.
Di qezayê de şofêr Sude Ezgî Degîrmenciya 23 salî mir.
Bûyer li Serê Solanê ya li destpêka bajarê Colemêrgê çêbû.
Otomobîl ji bilindahiya 250 metreyan ket Çemê Zapê.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê, şofêr Sude Ezgî Degîrmenciya 23 salî bi giranî birîndar ji avê derxist û veguhast nexweşxaneyê.
Lê tevî hemû midaxaleyan Degîrmenciyê canê xwe ji dest da.