Karasu: Raporên partiyan ji pênasekirina Pirsgirêka Kurdan dûr in
Hewlêr (Rûdaw) - Mustafa Karasu ragihand, raporên ku ji bo komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê hatine pêşkêşkirin têrê nakin û got, "Divê Parlamentoya Tirkiyeyê îradeya çareserkirina pirsgirêkan nîşan bide."
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu şeva borî ji bo medyaya nêzîkî PKKyê axivî û mijarên di rojevê de nirxandin.
Karasu derbarê kar û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de diyar kir ku raporên hatine pêşkêşkirin ne erênî ne.
"Rapor ji pênasekirina pirsgirêkê dûr in"
Mustafa Karasu amaje pê kir ku wî raporên hemû partiyên siyasî bi hûrgilî lêkolîn nekirine lê raporên hatine pêşkêşkirin ji pênasekirina Pirsgirêka Kurdan dûr in.
Karasu rexne li raporên hemû partiyên siyasî girtin û li ser helwesta CHPyê wiha got:
“Ozgur Ozel dibêje Pirsgirêka Kurdan heye, çû serdana Kurdistanê jî û got dema Kurd hebin pirsgirêka wan jî heye û divê bê çareserkirin.
Lê çima ev nehatiye diyarkirin? CHP li gorî vê yekê tevnagere. Bi polîtîkaya rojane kar dike.”
Karasu diyar kir, tevî ku komîsyonê gelek hevdîtin pêk anîne jî di raporên partiyan de encameke erênî derneketiye pêş.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê bi bîr anî ku di dîroka Tirkiyeyê de parlamento zêde nebûye cihê çareseriya pirsgirêkan lê ew hêvî dikin ku di mijara Pirsgirêka Kurdan de Parlamentoya Tirkiyeyê êdî îradeya xwe nîşan bide.
Mafê hêviyê û şertên Ocalan
Karasu di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo Ocalan di pêvajoyê de karibe roleke bandordar bilîze, divê mercên "azad, jiyanî û xebatê" werin amadekirin û bal kişand ser "mafê hêviyê".
Mustafa Karasu li ser vê mijarê wiha got:
"Ev mijareke hiqûqî ye, mijareke qanûnî ye, ji aliyê destûra wan bi xwe ve hatiye qebûlkirin.
Devlet Bahçelî jî got ku dê bê sepandin.
Niha tevî vê yekê girtina Rêber Apo di nav mercên wiha yên tecrîdê de, nêzîkatiyeke kêm e ji bo pêvajoyê, ne nêzîkbûneke rast e."
Karasu derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku Tirkiye li hemberî Kurdan zimanê gefê bi kar tîne û bi vî awayî aramî çênabe.