Li Urmiye û Mehabadê hişyarî hat dayîn: Ne gelekî pêwîst be dernekevin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Urmiye û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê hewa pîs bûye û  hişyarî hat dayîn.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Urmiyeyê Seîd Mûsewî ragihand ku pîvana kalîteya hewayê li bajarên Urmiye û Mehabadê kêm bûye û gihiştiye asta "netendurist", lewma hişyarî da xelkê ku baldar be.

Seîd Mûsewî îro diyar kir ku li Urmiye û Mehabadê rêjeya toz û gemara ku zererê dide bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gorî gotina Seîd Mûsewî, niha pîvana kalîteya hewayê (AQI) li bajarê Urmiyeyê 104 û li Mehabadê jî 140 pile ye.

"Ji bo komên hestyar netendurist e"

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Urmiyeyê da zanîn ku li gorî van encaman rewş ji bo komên hestyar "netendurist" e.

Ev kom ji zarok, kal û pîr, jinên ducanî û kesên ku nexweşiyên wan ên dil, pişik û kronîk hene pêk tê.

Berpirsê jîngehê hişyarî da wan koman ku eger "gelekî pêwîst nebe" dernekevin derve û ji werzişvanan jî xwest ku di vê hewayê de li derve werzişê nekin.

Pîsbûna hewayê canê mirovan distîne

Pîsbûna hewayê li Urmiyeyê bûye pirsgirêkeke berdewam, tenê di heyama meha borî de ji ber pîsbûna hewayê çend caran li parêzgehê dibistan û zanîngeh hatin girtin û betlane hat ragihandin.

Li gorî raporta Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, par 58 hezar û 975 kes li bajarên cuda yên wî welatî ji ber pîsbûna hewayê û bandorên wê canê xwe ji dest daye.