Komeleya Zehmetkêşan diçe ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê cardin hêzên xwe biriye ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsên wê partiyê dibêjin ku eger pêşmergeyên me li deverên sînorî be, xelk zêdetir dê berê xwe bidin me.
Bû sê sal, çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi dirêjahiya zêdetirî şêst kîlometre ji deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûne.
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li çiya û deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê perwerdeya leşkerî didin pêşmergeyên xwe yên nû, li ser cureyên çek û êriş û berevaniyê jî rahênanê dikin.
Fermandarê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Çiya germûguriyeke nû daye Komele. Her meh hejmara pêşmergeyên me ber bi zêdebûnê ve diçe û em wan amade û şarezayê hunera leşkerî dikin. Em nêzîkî xelkê xwe ne û heta di nav sînorên Rojhilatê Kurdistanê de ne.”
Di perwerdeya leşkerî de fêrî wan tiştan dibin ku çawa berevanî bikin û di êrişkirinê de çawa armancên xwe pêk bînin û herwiha çendîn cureyên çekan diceribînin.
Pêşmergeyê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Peymanî Kemanger dibêje: “Her kesê ku bi Komeleyê bikeve têkiliyê, erkê wî yê destpêkê fêrbûna xebata çekdarî û rahênana li ser cureyên çek û çawaniya êriş û berevaniyê ye.”
Çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yek mebestek û bi lixwekirina yek cilûbergek ji bo armancekê, yek nav ku Pêşmerge ye, bûye sê sal bi dirêjahiya zêdetir şêst kîlometre li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ne.