CHP jî beşdarî nîqaşa derbarê Ocalan de bû
Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Firaksiyona CHPê Engîn Ozkoç nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên derbarê Abdullah Ocalan de da û got, “Ez niha dipirsim we kengî hevdîtin kir ku hûn dizanin Ocalan aciz e?” û li gor Ozkoç, “Parêzerê nû yê Ocalan Recep Tayip Erdogan e.”
Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan duh 26ê Çileya 2022ê di bernameyeke televizyonî de derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de ku gotineke xwe ya berî niha dubare kir û got, “Rastiyeke li holê ye, Ocalan ji peyamên Demirtaş ên ji wir (Edîrneyê) dide aciz e.”
Nerazîbûna partiyên opozisyonê
Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê di nav beşeke partiyên opozîsyonê de bû sedema nerazîbûnan.
Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) Engîn Ozkoç îro 27ê Çileya 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe de rexne li gotinên Erdogan ên derbarê rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de girtin.
Ozkoç balkişand ser gotinên Erdogan ku digot `Ocalan ji peyamên Demîrtaş aciz e` û got, “Parêzerê nû yê Ocalan Recep Tayip Erdogan e.”
`Hûn çawa dizanin Ocalan aciz e?`
Engîn Ozkoç bibîr xist ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan vê heyama dawîn bi ti awayî ligel malbata xwe hevdîtin pêk neanîne û got, “Xuya ye di navbera van û Ocalan de telefoneke sor an jî kesekî sor heye û ev kes rasterast Ocalan ligel Serokkamarê Tirkiyê bi telefonê dide axaftin.”
Wekîlê Serokê Firaksiyona CHPê, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek “Serokê Rêxistina Terorê” binav kir û got, “Ez niha dipirsim we kengî hevdîtin kir ku hûn dizanin aciz e? We rû bi rû hevdîtin kir? Hûn bi telefona sor axivîn? Peywendiya di navbera we de di çi astekê de ye?”
Serokkomarê Recep Tayip Erdogan 12 Çileya 2022ê di daxuyaniyeke xwe de amaje bi peyam û daxuyaniyên Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş kir, ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye û îdia kir ku Demîrtaş dê hesabê bide rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999ê ve li girtîgeha Îmaralî ya Bursayê ye.
Bersiva Demîrtaş
Demîrtaş di bersiva xwe ya bo Erdogan de gotibû, “Siyasetmedar tenê hesabê didin gel, parlamento, daraza serbixwe û partiya xwe. Tu ji bo min dev ji nîgeraniyê berde, li ser hesaba ku tu dê bixwe bidî bifikire.”
Wê demê jî beşek ji partiyên opozîsyonê nerazîbûn li dijî van gotinên Recep Tayip Erdogan nîşan dabûn û amaje bi nameyeke Abdullah Ocalan dabûn ku berî hilbijartinên xwecihî yên 23ê Hezîrana 2019ê bi rêya birayê wî Osman Ocalan li ser televîzyona Fermî ya Tirkiyê TRT hatibû xwendin.
Nameya Ocalan û helwesta HDPê
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê medya civakî gotibû, “Erdogan ku dixwaze bi girtina partiyan qada siyaseta rewa teng bike, di navbera Edîrne û Îmaraliyê de hîyerarşiyekê ava dike û hewil dide qada siyaseta ne rewa veke. Eger hûn hewil didin bi nameyên ji Îmraliyê beşdariyê di hilbijartinan de bikin, ev hewlldanên we vala ne. Sindoq dê bên û hûn û nêrîna we ya du rû dê biçin.”
Abdullah Ocalan di wê nameya xwe de ji HDPê daxwaz kiribû ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de bê alî bimîne, lê HDPê tevî vê peyama rêberê PKKê di hilbijartinan de piştgiriya berbijêrên şaredariyê yên CHPê kiribû, ku AKPê di encam de piraniya şaredariyên xwe yên bajarên mezin ji dest dabûn.