Li gundekî Erziromê 15 avahî şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îspîrê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi 15 mal, axûr û kadîna ket û 6 mal bi temamî şewitîn.

Li gundê Komporê ku 18 kîlometreyan ji navçeya Îspîrê dûr e ji ber sedemeke nediyar agir bi mala Alî Akdaş ket.

Ji ber baya zêde agir gur bû û belav bû.

Agir paşê bi mal û axûrên gundiyên bi navê Fatîh Mehmet, Cemalettîn, Mehmet û Suleyman Akdaş û Îbrahîm Çakir jî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî çend demjimêran agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin.

Di encama wî agirî de 15 mal, axûr û kadîn şewitîn.

Ji ber gundiyan zû zanîne ku agir belav dibe ji malên xwe derketine, pez û dewarên xwe ji axûran derxistine, lewra zererên canî çênebûne.

Parêzgarê Erziromê jî ragihand, tîman li gund dest bi lêkolînê kiriye da ku karibin zerer û ziyanên gundiyan tespît bikin.