Berdevka YPJyê: Bi navê eşîran êriş dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Roksan Mihemedê ragihand ku komên çekdar agirbest bin pê kiriye û di bin navê "eşîrên Ereb" de êriş dikin.
Berdevka YPJyê da zanîn ku hemû êriş hatine têkbirin û tenê li gundê Sefayê zêdetirî 40 çekdarên wan hatine kuştin.
Berdevka YPJyê Roksan Mihemed beşdarî bultena saet 23:00yan a Rûdawê bû û rûdanê meydanî yên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Roksan Mihemedê got, "Ji dema ku agirbest hatiye ragihandin, çeteyên HTŞ û DAIŞê wê bin pê dikin. Plana wan dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye lê em nahêlin derbas bibin, tenê dikarin di ser cenazeyên me re derbas bibin."
"Di bin navê eşîran de êriş dikin"
Berdevka YPJyê Derbarê şêwazê êrişan eşkere kir ku çekdar dixwazin di bin navê "eşîrên Ereb" de bi pêş ve biçin, mîna wê taktîka ku berê li Dêrezorê bi kar anîbûn.
Lê belê wê tekez kir ku "hemû êriş hatine têkbirin û wan nekarî bi pêş ve bin.”
Roksan Mihemedê bal kişand ser wê yekê ku armanca sereke ya êrişên doh, girtina rêyên stratejîk ên di navbera bajarên Rojavayê Kurdistanê de bû lê hewldanên wan bi ser neketin.
"Zêdetirî 40 çekdar hatin kuştin"
Berdevka YPJyê derbarê zererên wan komên çekdar jî got:
"Di dema hewldana wan a ji bo pêşveçûna ber bi Kobaniyê ve, herî kêm du tankên wan hatin têkbirin û bi dehan çekdarên wan hatin kuştin.
Her wiha li gundê Sefayê di navbera 40 û 50 çekdarî de hatin kuştin û gelek wesayîtên zirxpoş jî hatin îmhakirin."
Wê derbarê liv û tevgera Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî got:
"Niha Artêşa Ereban a Sûriyeyê 30 kîlometre ji navenda Hisîça (Hesekê) dûr e û bi hêzeke mezin bi cih bûye lê heta niha nekariye ti deran dagir bike."
#VÎDEO - Roksan Mihemed: Li Rojavayê Kurdistanê dê bersiva me gelekî tund be
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 26, 2026
💬 Agirbestê bin pê dikin û êrişên xwe didomînin
💬 Dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin
💬 Dixwazin êlên Ereban bidin pêş û bi navên wan êriş dikin
💬 Hêzên me bersivên tund didin
💬 Bi dehan… pic.twitter.com/rv1ntx5WnS