Xelkê Hisîçayê vedigere malên xwe
Hisîça (Rûdaw) - Piştî hefteyekê ji tirs û fikarê, liv û tevger vegeriya bazara Taxa Miftî ya li Hisîçayê; ew malbatên ku ji ber tirsa şer malên xwe bicî hiştibûn, bi kom vedigerin.
Jineke bi temen bi çavên tijî hêsir dibêje, "Eger hêza min hebûya ez jî dê biçûma eniya şer."
Li Taxa Miftî ya Kurdan a Hisîçayê, jiyan asayî dibe.
Jîma Zavê, yek ji wan jinan e ku vegeriyaye mala xwe û dibêje:
"Bi Xwedê biçûk û mezinên me hemû li derveyî malên xwe ne.
Eger min jî karîbûya ez diçûm parastinê, lê hêza min nemaye, lewma tenê ji wan re dua dikim."
Ebdulrezaq, hevjînê Jîmayê ye û nîvê laşê wî felc e.
Ew bi wê rewşa tenduristiyê neçar mabû Hisîçayê bicî bihêle, lê niha vegeriyaye û li ber deriyê mala xwe rûniştiye.
Parastina taxan
Ebdulrezaq ji Rûdawê re got, "Li Hisîçayê xelk kar û barên xwe dike, bi şev xelk nobetê digire û digere.
Ji her malê re çek hatiye dayîn û nobêdariya taxa xwe dikin."
Sedema sereke ya vegera xelkê, ragihandina agirbesta 15 rojî û daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bû.
Selah Xelîl, welatiyekî Kurd ê niştecihê Hisîçayê ye û hêvî dike ku bi rêkeftina siyasî pirsgirêk bên çareserkirin û got:
"Kes hez nake şer çêbibe, tenê diz û çete nebin; yan na şer ne di berjewendiya ti kesî de ye."
Nêrîna Erebên bajêr
Li aliyê din, Erebên Hisîçayê berevajî Kurdan, piraniya wan malên xwe bicî nehiştibûn.
Elî Ebdulah, welatiyekî Ereb e û dibêje, "Em hêvîdar in bi hev re li hev bikin û ev rewş bidawî bibe, çimkî tehemûla milet nemaye."
Hamid Hacî, welatiyekî din ê Ereb e û behsa tirsa xelkê dike:
"Hemû xelk ji tiştekî nediyar ditirse. Kes nizane eger ew (çekdar) bên dê rewş baştir bibe an xirabtir, çimkî berê jî em di vê ezmûnê re derbas bûne."
Niha deriyên ketina Hisîçayê di bin kontrola şervanên HSDyê de ne û li nav bajêr jî hêz û otomobîlên leşkerî hatine belavkirin.