HSD: Komên girêdayî Şamê bi 7 dronan êrişî Çilaxayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Şamê ve bi 7 dronên xwekuj êrişî gundê Baqilê yê li başûrê Çilaxayê kiriye.

HSD dibêje, ev gaveke metirsîdar e û ev ji aliyê wan koman ve nîşaneya berdewamiya aloziyan e.

HSDyê di daxuyaniyê de eşkere kir ku ev êriş hevdem e li gel liv û tevgera wan koman û êrişên li gundên Qasime û Zerkotikê yên li rojavayê Kobaniyê.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku derdora gundê Sefayê yê li başûrê Çilaxayê jî hatiye topbarankirin ku ev yek nîşaneya zêdebûna şer e li ser çend bereyan.

"Binpêkirina agirbestê"

Hêzên Sûriyeya Demokratîk van êrişan wekî "binpêkirina nû û eşkere ya agirbestê" pênase dike û dibêje, ev yek binpêkirina rasterast a lihevkirinên heyî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar asta aloziyê bilind dikin û HSD neçar dibe ku mafê xwe yê parastina şervan û gelê xwe bi kar bîne.