Kampanyaya 'Renca Rûdawê' 80 barhilgirên alîkariyê şandin Rojavayê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê yekem ê alîkariyên kampanyaya "Rencê Rûdawê" ku ji 80 barhilgiran pêk tê, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ke.
Renc Sengawî got, "Em amadekariyan dikin ku 40 barhilgirên din jî bişînin."
Di çarçoveya kampanyaya "Rencê Rûdawê" ya Tora Medyayî ya Rûdawê de ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn komkirin îro karwanê yekem ê wan alîkariyan hat birêkirin.
Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê û Serperiştyarê Kampanyayê Renc Sengawî ragihand:
"Îro 80 barhilgirên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û em amadekariyan dikin ku 40 barhilgirên din jî bişînin."
Rêkxistina alîkariyan
Derbarê awayê rêkxistina alîkariyan de Renc Sengawî her wiha got:
"Me yek bi yek kelûpel ji hev cuda kirine, da ku xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê newestin.
birinc, şekir, cilûberg û derman her yek bi awayekî cuda hatine barkirin."
Serperiştyarê kampanyayê pesnê beşdariya xelkê da û wiha axivî:
"Em bajarekî dişînin Rojavayê Niştiman. Xelkê Kurdistanê, kompanya û heta ew zarokên ku qutiyên pereyên xwe dianîn, pir bi comerdî beşdar bûn."
#VÎDEO - Karwanê yekem ê Renca Rûdawê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 27, 2026
🚚 80 barhilgirên Kampanyaya Renca Rûdawê bi Alaya Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin#Rojava pic.twitter.com/RUj3SJ4WHE
"Pêdiviya koçberan bi her tiştî heye"
Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurd a Hisîçayê Mehcûb Heso di bultena demjimêr 11:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, ji ber rewşa ewlehiyê xelkê Hisîçayê berê xwe daye Qamişlo, Tirbesipî, Amûde û Dêrikê.
Mehcûb Heso got, "Li derdora Hisîçayê du kampên penaberan, Waşokanî û Serê Kaniyê hene.
Mixabin ji ber şer rêxistinan ew bicî hiştine û tenê nan û av digihîje wan."
Her wiha amaje bi wê yekê kir, nêzîkî 1500 malbatên Efrînê ku li dibistanên Hisîçayê bûn, niha piraniya wan ber bi Qamişloyê ve çûne.
Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurd li Hisîçayê tekez kir ku pêdiviya koçberan bi her tiştî heye û spasiya xelkê Başûrê Kurdistanê û Tora Medyayî ya Rûdawê kir ku miqdarekî zêde yê alîkariyê kom kiriye.
Rewşa Kobaniyê
Mehcûb Heso derbarê rewşa Kobaniyê eşkere kir ku bilî dorpêçkirinê, xizmetguzariyên av, kareba û înternetê qut bûne û heta niha tenê yek karwanê alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî ketiye nav bajêr.
Heso got, "Em hewl didin alîkarî bigihîjin wir jî, lê heta niha rizamendiya fermî ji aliyê hikûmetê ve nehatiye ragihandin."
Serokê Dezgeha Penaberên Rojavayê Kurdistanê yê Silêmaniyê Hozan Efrînî ragihand, ew piştgiriya ku rojên borî li her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê hat dîtin "nîşaneya yekgirtiya gelê Kurd e û eger wisa berdewam be, Kurd li hemû cihan parastî ne."
#WÊNE - 80 barhilgirên Kampanyaya Renca Rûdawê bi Alaya Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 27, 2026
💢Di çarçoveya Kampanyaya Renca Rûdawê de, 80 barhilgirên alîkariyê yên ku bi piştevaniya xêrxwaz û xelkê Başûrê Kurdistanê hatine komkirin, bi dia û bilindkirina Alaya… pic.twitter.com/Vaw3I6ZDEx
Peyama Dilbixwîn Dara
Li aliyê din, Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Dilbixwîn Dara ku xelkê Kobaniyê ye, peyameke hestiyar arasteyî xelkê Başûrê Kurdistanê kir û got:
"Mala we yek bi yek ava be. Dema min ew yekgirtiya Kurdan dît, eger kesek bêje sibe serxwebûn çêdibe, ez dê jê bawer bikim."
Birêkirina vî karwanî di demekê de ye, ji ber êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li herêmên di bin destê desthilata Rêveberiya Xweser ji 6ê vê mehê ve, bi hezaran kes koçber bûne.
Tevî ragihandina agirbestê jî, şeva borî şer li derdora bajarokê Çil Axa dest pê kir.