Li Qamişloyê beşa şûştina gurçikan ji kar ket
Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê nexweşiyên gurçikan ê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Xeyredîn Xelîl ragihand ku beşa şûştina gurçikan li nexweşxaneyên bajêr ji ber nebûna amûrên bijîşkî bi temamî rawestiyaye.
Pisporê Nexweşiyên Gurçikan Dr. Xeyredîn Xelîl amaje bi wê yekê kir ku nexweşiyên girêdayî gurçikan li Qamişloyê zêde ne û niha nikarin çareseriya pêwîst ji bo wan nexweşan dabîn bikin ku pêwîstiya wan bi şûştina gurçikan heye.
Dr. Xeyredîn Xelîl got, "Nexweş hene pêwîstiya wan bi şûştina gurçikan heye û em nikarin ji bo wan bikin."
Bandora dorpêçê
Xelîl sedema vê pirsgirêkê vegerand ser kêmî û nebûna amûrên bijîşkî û bandora dorpêçan û xwest ku "dorpêç bên rakirin daku em bikarin nexweşan derman bikin."
Banga alîkariyê
Di dawiyê de Dr. Xeyredîn Xelîl daxwaza alîkariyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir û got, "Em daxwazê ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir alîkariya me bikin."