Çavkaniyên Rûdawê: Mezlûm Ebdî li Şamê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Ça çavkaniyên bilind ên Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re got ku şandeyeke bilind a Rêveberiya Xweser bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo hevdîtina bi berpirsên bilind ên hikûmeta Sûriyeyê re li Şamê ye.
Îro çar çavkaniyên bilind ên Rêveberiya Xweser ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, şande bi serokatiya Mezlûm Ebdî ye û yek ji endamên şandeyê jî Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed e.
Armanca serdanê
Wan çavkaniyan diyar kir, armanca serdanê hevdîtina bi berpirsên bilind ên hikûmeta Sûriyeyê ye; ew jî ji bo gotûbêjkirina peymanên berê, rawestandina şer û berdewamiya agirbestê ye.
Dirêjkirina agirbestê
24ê Kanûna Paşîna 2026an demjimêr 20:00 dema dawî ya agirbesta çar rojî ya di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de bû.
Lê belê heman rojê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê belav kir ku agirbest bo 15 rojên din hat dirêjkirin, wate heta 8ê Sibatê.