Barzanî bi malbata Şêx Seîd re tê bal hev
Enqere (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ligel endamên malabata Şêx Seîd re bê bal hev.
Peyamnêrê Rûdawê li Enqere Şevket Herkî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dê îro seat 15.00ê li paytexta Tirkiyê bajarê Enqere bi malbata Şêx Seîd re bicive.
Peyamnerê me got, biryar e di hevdîtinê de neviyê Şêx selehedîn ê bi navê Elî Seîd Firat, neviyê Şêx Elî Riza Efendî yên bi navê Kasim Firat û Şêx Diyadîn Firat, neviyê Şêx Ebdurahîm ê bi navê Behram Bilgin amade bin.
Elî Seîd Firat Serokê şaredariya navçeya Tekmanê bû li şûna wî Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê qeyûm tayîn kiribû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê çubû Stenbolê.
Piştî ku Mesûd Barzanî duh li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî hatibû Enqerê.